|
|
Herêma Çiyayê Kurmênc
- Kurdax
(Efrîn)
Cih
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn) beşê herî
rojava ji Başurê Biçûk e. Ew li rojhilatê Çiyayê Gewr(Amanos),
yanê wilayeta Îskenderûnê(Hetayê) dikeve. Ferehiya vê herêmê ji
rojhilat heya rojava dora 55 km e û ji bakur heya başur dora 75
km e. Xeta tirênê, ku ji Stenbolê diçe Helebê, di vir re derbas
dibe.
Xaknîgarî
Çiyayê herî bilind li vê herêmê, Çiyayê
Hawarê ye, ku 1200 m ji rûyê deryayê bilind e. Ew li bakur e; û
ji rojhilat ber bi rojava ve dirêj dibe. Di bakur û rojavayê vî
çiyayî re sînorê navbera Bakurê Kurdistanê û Başurê Biçûk derbas
dibe. Çiyayê Hawarê, ber bi başur ve, herku diçe nizim dibe. Ew
li rojhilat digihîne bilindcihên Şikakan û li rojava digihîne
Çiyayên Amkan û Xastiyan. Li hembera van hersiyan, li başurê vê
herêmê, Çiyayê Lêlûn(Bêlus) rawestiyaye. Çiyayê Lêlûn jî, ji
rojhilat ber bi rojava ve diçe û, li der û piştên vî çiyayî, axa
Kurdan digihîne axa Ereban. Di navbera Çiyayê Lêlûn û Çiyayê
Xastiyan de, Deşta Cûmê heye. Deşta Cûme gelek bi xêr û bêr e.
Ew li rojava digihîne Deşta Hemqê û li rojhilat, li ber bajarê
Efrîn, ber bi bakur ve diçe û teng dibe. Ew, bi vî awayî,
navçeya Şikakan ji Çiyayê Xastiyan cuda dike. Çemê Efrîn, ku ji
Bakurê Kurdistanê, ji navbera Meraşê û Dilokê(Entabê) hildavêje,
li nêziya Kela Horî dikeve herêma Çiyayê Kurmênc. Çem, di
navçeya Şikakan re, tê heya ber bajarê Efrîn û di Deşta Cûmê re
derbas dibe û diçe Deşta Hemqê, ku ew tevî Çemê Asê û Ava Reş
dibe; û gişt bi hevre, li nêziya Entekê(Hetayê), dikevin Derya
Sipî.
Dîroka Çiyayê Kurmênc
Navê vê herêmê, ji berê û paşê de, bi navê Kurdan ve girêdayî
ye. Hên di dema Yûnaniyan û Romaniyan de jêre hin caran KARDIYA
û hin caran jî KURDÎKA hatiye gotin. Ereban jêre gotine:
Cebel-ûl Ekrad; û Osmaniyan jî jêre gotine: Kürd-Dağ (yanê dîsa
Çiyayê Kurdan). Kurdan jî hergav gotine: Çiyayê Kurmênc. Herêma
Çiyayê Kurmênc beşek e ji herêma Mîrîtiya Kurdan ya Kilisê. Ji
Mîrîtiya Kilisê re, li gor mîrên vê herêmê, Mîrîtiya Mand yan jî
Mîrîtiya Canpolatan hatiye gotin. Lê belê, ev mîrîtiya Kurdan,
di dema geşbûna xwe de, ji herêma Çiyayê Kurmênc gelek firehtir
bû. Di dema mîrê mezin de, Mîrê Mand, ji bakurê bajarê Hemayê
heyanî bi başurê Meraşê; û ji Derya Sipî heya bi rojhilatê
Kilisê û Ezazê axa vê mîrîtiyê bû. Mîrê Mand, di dema şerê
Xaçeperestan(Selîbiyan) de, arîkariya Kurdên Eyûbî kiribû û wan
jî, wek spasî, herêma Qusêrê diyarî dabûn wî.
Di dema malbata Canpolat de, kursiya serdariyê ji bajarê Kilisê
çûbû bajarê Helebê; û mîrên Canpolatî li Helebê jî serdarî
dikirin. Di sala 1606an de, ku Mîr Husênê Canpolatî nexwestibû
bi Osmaniyan re biçe şerê Eceman, Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad
Paşa Mîr Husên vexwend ba xwe û ew bi xinizî(îxanetî) kuşt. Ji
lewre, birayê wî Mîr Elî Canpolat, li dijî dewleta Osmanî,
serhildan pêkanî. Wî, ji bilî mîrîtiya xwe, heya nêzîkî Şamê û
Libnanê jî xiste bin destê xwe û serxwebûna xwe ji Dewleta
Osmanî diyarkir. Mîr Elî Canpolat pêwendiyên dîplomatîk li gel
Mîrîtiya Toskana ya îtalî (Mîr Fêrdînand) li darxistin. Wî, pere
jî li ser navê xwe çapkirin û, di mizgeftan de, bi navê wî xutbe
hate xwendin.
Dewleta Osmanî ji vê yekê gelek enirî (tore bû) û leşker kişand
ser Mîr Elî Canpolat. Ji bilî leşkerê osmanî 40.000 Kurdên
Zulqadirî jî, bi serdariya Zûlfiqar Paşa, ji herêma
Albistanê(Elbistan), bi ser Mîr Elî de hatin. Mîr Elî 20.000
siwar û 20.000 peya amade kiribûn û li Deşta Orûcê bi wan re ket
şer. Di vî şerê newekhev de, nîvê leşkerê Mîr Elî Canpolat hate
kuştin û nema karîbû li Helebê jî raweste. Bi vî awayî, ev
mîrîtiya dewlemend, mîrîtiya Mîrê Mand û Canpolatan bi dawî bû,
perdeya reş bi ser de hate berdan; û ew kete bin serdariya
waliyên osmanî ya yekser(dîrekt). Mîr Elî Canpolat di şer de
nemir, wî xwe da aliyekî û piştî demekê, ew çû ba Siltan Ehmedê
Yekemîn û baxşandina xwe(yanê efûkirina xwe) ji wî xwast. Siltan
Ehmed ew pejirand, ew kir Beglerbeg û şande Romaniya, ku bibe
waliyê bajarê Tîmîşwara. Birayê wî, yê biçûk jî xiste Dibistana
Siltaniyê. Mîr Elî ji Stenbolê bi rê ket û gihîşt bajarê
Bêlgirad(paytextê Sirbiya). Lê Sedir El-Ehzem Qiwîcî Mûrad Paşa
kîna xwe ji bîr nekiribû. Wî, bi nehînî(bi dizî), peyayên xwe li
pey Mîr Elî şandin, û wan, li bajarê Bêlgirad, di Kela
Kalîmêkdan de, bi îxanetî, Mîr Elî Canpolat kuşt. Di vê navberê
de, divêt bête gotin, ku ew malbata niha li Libnanê, li Çiyayê
Şûf, bi navê Cumbilat (Kemal Cumbilat, kurê wî Welîd Cumbilat),
pêşengiya Dirûzan dike, ji nifşên malbata mîrên Canpolat in.
Nawend û navçeyên
Çiyayê Kurmênc
Piştî şerê cîhanê yî yekemîn û avakirina Dewleta Sûriyê, herêma
Îskenderûnê (Hetayê) û herêma Çiyayê Kurmênc li aliyê Sûriyê
man. Lê belê bajarê Kilisê, ku serdariya Çiyayê Kurmênc ji wir
de dihate kirin, li aliyê bakur ma. Ji lewre, serdarî (yanê
hukûmet) di destpêkê de hat gundê Mabetan. Piştî demekê, ku
bajarê Efrîn nû hatibû avakirin, serdarî (hukûmet) çû bajarê
Efrîn. Bi awayekî fermî Efrîn bû herêm (qeza) û sê navçeyên wê
hatin çespandin (tesbît kirin). Ew navçe jî ev bûn: Hemam,
Bilbil û Reco. Lê belê, sala 1938an, Frensa wilayeta Îskenderûnê
(Hetayê) diyarî da Tirkiyê, daku ew piştgiriya Almaniya di şerê
cîhanê yî duwemîn de neke. Bi vê dozê re bajarê Hemamê bi
xêza(xeta) sînor hate perçekirin. Ji bona vê yekê, navçe (wek
nawend) ji Hemamê hat gundê Cindirêsê. Cindirês êdî bû navçe
(nahiye). Di salên 60î de, sê navçeyên din, bi awayekî fermî,
hatin çespandin. Ew jî ev in: Mabetan, Şeran û Şiyê. Ji ber
wilo, niha navçeyên Efrînê şeş in (Cindirês, Bilbil, Reco,
Mabetan, Şeran û Şiyê). Herêma Çiyayê Kurmênc bi giştî ji 366
gund û nawendan pêktê û hema hemî jî Kurd in. Di destpêka salên
60î de, ku dewletê rêforma axê pêkanî (belavkirina erdê axan li
ser cotkaran), bi vê sedemê, hin erd dan Ereban jî. Lê hejmara
wan gelek kêm e û heya ew jî hînî zimanê kurdî bûne.
Êl û eşîrên Çiyayê
Kurmênc
Di rastiyê de, êlîtî êdî li vê herêmê namye û heya pir kes jî
hene, ku nizanin ka ew ji kîjan êlê ne. Lê dîsan jî, emê êl û
eşîrên Çiyayê Kurmênc bidin naskirin. Êlên li vê herêmê ev in:
Amkan (Amkî): Ji Bilbilê heya Reco û Şiyê belav dibin.
Biyan (Biyî): Bi taybetî li aliyê navçeya Bilbilê ne.
Şêxiyan (Şêxî): Li aliyê Bilbil, Reco û heya Çiyayê Xastiyan
belav dibin.
Xastiyan (Xastî): Li Çiyayê Xastiyan dimînin (navçeya Mabetan).
Cûmiyan (Cûmî): Li Deşta Cûmê dimînin (navçeya Cindirêsê).
Ev pênc êlên pêşîn niştecihên vê herêmê ne, yanê ew ji berê de
li vir in. Bi taybetî êlên Amkan û Cûmiyan, ku navê wan di
heyamên kevnare de jî derbas dibe. Ji bilî van ev êlên din jî
hene, ku dibe ew paşê hatibin vê herêmê. Ew jî ev in:
Şikakan (Şikakî): Li aliyê rojhilat dimînin (navçeya Şeran).
Dibe ku ev êl, di demekê de, ji Şikakên rojhilata Kurdistanê
veqetiyabe û hatibe vê herêmê.
Robaran (Robarî): Li rojhilatê Çiyayê Lêlûn dimînin.
Şêrewan (Şêrewî): Li rojavayê Robaran, li Çiyayê Lêlûn û
kuntarên wî de dimînin.
Heyştiyan (Heyştî): Li kuntara Çiyayê Xastiyan, li ber Deşta
Cûmê dimînin.
Hinek ji êla Rojkî, ku warê wan ê bingehîn li herêma Bedlîsê ya
Bakurê Kurdistanê ye, li gundê Şêxorzê û derdorên wî hene. Hin
kes jî, bi taybetî ji gundên Coqê û Maratê û hin gundên din
dibêjin, ku ew Çeqelî ne (êla Çeqeliyan). Hin malbat ji êlên
herêmên Kurdistanê yên din jî li Çiyayê Kurmênc peyda dibin wek:
Dinî, Hevêdî(Hevêrkî), Zagî û hwd.. Gundên bi navê Xerzan,
Xaltan, Dimiliyan û Behdînan xweş didin xuyakirin, ku pêwendiya
wan bi kîjan êl û herêmên Kurdistanê re heye.
Ol û mezheb
Piraniya kurdên vê herêmê misilman in û mezhebê wan henefî ye
(ne şafiî ye mîna piraniya kurdên din). Êzîdî berê li vê herêmê
gelek bûn, lê niha ew ne ewqas pir in. Bi tenê çend gund mane,
ku bi giştî hên êzîdî ne. Li hin gundên din ew nîve-nîv in. Li
vê herêmê bi tenê gundê Mabetan elewî ne.
Çandinî
Herêma Çiyayê Kurmênc (Efrîn), ji aliyê Çandiniyê ve, gelek
dewlemend e. Ev herêm, berî her tiştî, bi zeytûnên xwe gelek bi
nav û deng e. Bi milyonan darên zeytûnan li vir hene û hema tu
kûda binêrî her zeytûn xuyadikin. Darên zeytûnan, ku hatine
rêzkirin, axa vê herêmê pir rind û xweşik xemilandine. Kurd ji
zeytûnan zeytê derdixin û difiroşin, yan jî zeytûnan wisa
difiroşin. Zeytûn ji bo zeytê ne, yan jî ew tên şêrînkirin û
xwarin. Meywên tirî, berê li vê herêmê, ji niha bêtir bûn, lê
dîsan jî, li gelek navçeyan hên tirî pir heye. Li bajarê Efrîn
hên mîrxana ereqê jî heye. Darên fêkiyan li vir gelek hene; wek:
Henar, sêv, hilûk, kîraz(gîlaz), çeftelî, mişmiş(qeysî), hejîr,
tû, hurmî û bihok. Li hin navçeyan giwîz û behîv(badem) jî pir
in. Ji bilî van, genim, ceh, şûfan, garis, kuncî, bervero, nîsk,
nok, colban, titûn û pembû jî pir tê çandin. Li hêla din,
zebeş(şûtî), qawûn, şimam, bacanên sor (firingî), bacanên reş,
pîvaz, sîr, kundir, tirûzî (qitî), xiyar (aro), encûr, qernebî,
îsot, tirp (tivir), bamî, fasûlî, lopik û hwd. Gelek peyda
dibin. Hin berhemên siruştî wek simaq, zehter û ridar, ji berê
de, ji Çiyayê Kurmênc dertên.
Xwedîkirina lawiran
(heywanan)
Berê, li vê herêmê, pezê gewr û pezê reş jî gelek dihat
xwedîkirin, lê niha tenê li hin deveran heye; û bi taybetî, ji
bo hewcedariya malê. Her wisa jî mirîşk, qaz û ordek hene. Hesp,
bergîr, qantir, ker, çêl û camûs jî, li hin cihan, peyda dibin.
Xwedîkirina mêşên hinguv jî berê pir hebû.
Folklor û çanda gelêrî
Cilên folklorî yên herêma Çiyayê Kurmênc, yên mêran, mîna cilên
Partên kevnare ne (kumê sipî, şehra bi rêşî, eba bi surme û
şelwerê qezmîrî yê devlingteng). Govend û semayên folklorî yên
vê herêmê gelek navdar in û komikên vir yên folklorî, pir caran,
li ser tenga Sûriyayê, xelatên pêşîn wergirtine.
Ji berku vê herêmê zimanê xwe parastiye, wisa jî, çand û
folklora gelêrî jî, bi taybetiyên xwe ve, li vir hatiye
parastin. Pir dengbêjên navdar yên vê herêmê, ku navê wan hatiye
naskirin, hene; wek: Hemûş Korik, Ibramê Bêsnî (Îbramê Tirko),
Cemîlê Kerê, Cemîl Horo, Omerê Cemlo, Evdê Şehrê, Hesnazî,
Reşîdê Memcûcanê, Adîk Necar, Beytaz, Eliyê Kabê, Elî Tico û
hwd.
Kela û seyrangehên Çiyayê Kurmênc
Herêma Çiyayê Kurmênc ji aliyê arxêyologî û torîstîkî ve jî
herêmeke gelek xweş e. Wek hemû aliyên Kurdistanê, di bin axa vê
herêmê de jî, li her cihekî şopa çand û civakên kevnar heye. Lê
tenê hin tişt ji wan li ber çavan tên xuyakirin. Li Çiyayê Lêlûn
gelek avahiyên kevnar aşkere û diyar in. Li vî çiyayî, ya here
bi nav û deng Kela Semanê ye, ku ewropayî jêre „San Sîmon“
dibêjin. Her sal, bi lekan û qeflan torîst tên li vê kelayê
temaşe û mêze dikin. Li bakurê-rojhilatê herêma Efrîn Kela Horî
heye, ku ji wê re ewropayî „Sîrûs“ dibêjin. Li nêziya vê kelayê,
Pira Kevnare heye. Pire li ser Çemê Efrîn hatiye avakirin û hên
jî tê bikaranîn. Li Deşta Cûmê, ji aliyê Hemqê de heya Kela
Horî, gelek girên kevnare yên avakirî hene. Her girek ji wan, ji
her aliyekî ve, ji du girên din ve tê xuyakirin. Gava van giran
dikolin, gelek tiştên bi nirx ji wan derdikevin.
Ji aliyê din ve, seyrangeh û cihên bihinvedanê jî gelek hene.
Ewên bi nav û deng ev in: Kefircenê: Bi av, dar û berên xwe tê
naskirin. Li vir gelek aşxane û cihên şahiyan hene, ku ew her
roj dagirtî ne. Basûtê: Bi darên henaran û kaniya xwe navdar e.
Dibêjin ku xwarina aşxana vir bê kêmasî ye. Meydankê û Gemrûkê
bi sîlavên avê tên naskirin. Ava Sarisabûnê, li binaniya Kela
Horî, gelek seyrangeran ber bi xwe ve dikişîne û wisa jî Kitix û
Tislor. Kaniya Batmanê jî wek seyrangeh li ber Ava Reş e, lê ji
ber ku ew li ber sînor e, pir mirov naçin wir.
Warên pîroz
Gelê vê herêmê, bi taybetî hin cihan, wek warên pîroz nasdike:
Kela Horî, Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurehmên, Şêx-Berkat,
Ziyareta Çêlxanê û her wisa jî Menan û Deyan. Dibêjin ku Kaniya
Turindê û Golbehîr jî ji avên pîroz in. Li Ziyareta Henên
niştimanperwerê mezin NÛRÎ DÊRSIMÎ hatiye veşartin.
Kargeh û pîşyî
Piraniya kurdên vê herêmê bi çandinî û xwedîkirina lawiran xerîk
in. Bi awyekî giştî, êdî cot bi tiraktoran tê ajotin. Cotê bi
dewêr gelek kêm maye. Lê ji bilî çandiniyê, gelek kar û pîşeyên
din jî hene. Berê hemû aş bi avê dihatin gerandin û mehserên
zeytûnan jî bi dewaran (bergîr yan jî qantir). Di dema îro de,
ew hemî geriyane ser kehrevê (êlêktirîkê). Li herêma Efrîn, niha
gelek mekbesên zeytûnan yên nûjen hatine avakirin. Ji bilî van,
kargeha tenekan, ya pelûş (keşmûn, bêrîn), ya sabûnê û ya cilan
(mehfûran) heye. Kanên keviran û yên çêkirina hewcedariyên
avakirina xaniyan û malan jî gelek peyda dibin.
Kirîn, firoştin
û Bazirganî
Di warê bazirganiyê de, kurdên vê herêmê ne gelek jîr in. Tevî
dewlemendiya Efînê, xêr û bêrên wan ji wan re namînin. Pir kes
berhema xwe pêşde, bi erzanî, difiroşin bazirganên Helebê û ew
bi vî awayî, her sal, her deyndar in. Ew peran bi kar û nirxên
biha deyndikin û wisa, xêr û bêrên wan, ji wan re namînin. Li
nawenda bajarê Efrîn û hin navçeyan, di hefteyê de, rojekê bazar
çêdibe. Wek nimûne: Li Efrîn roja çarşemê, li Cindirêsê roja
duşemê û hwd. Li bazarê, bi awayekî giştî, ji bo hewcedariya
malê, kirîn û firoştin pêktê.